Ergün Haktanıyan,Volkan Kaşik
10 Adar 2023•Rojanekirin: 10 Adar 2023
Li Darendeya navçeya Meletiyê ji ber ku qamyon gêrî şerampolê bû 7 kes mirin.
Li gor agahiyên hat hildan qamyona bi plakeya 44 ADN 977 a ku Fîkret Zaîf diajot gêrî şerampolê bû.
Li ser xeberê gelek ekîp hatin cihê qezayê.
Tevlî şofêr ji kesên di qamyonê da bûn Mustafa Oksuz (50), Osman Pîrînç (35), Bayram Gur (36), Emîr Zaîf (11), Osman Unsal (53), Îbrahim Ozbeg (27) mirin.
Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn jî derbasî ciyê bûyerê bû û vekolîn kir.
Selîm Ocalê bûrayê şofêr (Fîkret Zaîf) got: "Wî karê neqliyeyê dikir. Qeysî bar kiriye û kurê wî yê biçûk jî li cem bû û 5 jî xebatkarên wî hebûne. Ji nişka va têlefonê me kirin û em hatin vê derê. Di erdhejê da li Çelîkxanê 23 eqrebayên me wefat kirin."