Sabri Yıldırım
29 Tebax 2025•Rojanekirin: 31 Tebax 2025
Li Tîla (Korkut) navçeya Mûşê bêrîvan bi motorbisqilêtên qerase yên sêterekerî diçin bêriyê.
Li beldeya Vartinîsê (Altunova) li gundê Axpinîsê (Sazlikbaşi) bêrîvan piştî ku karên malê dikin îcar ji bo bêriyê berê xwe didin zozanan.
Bêrîvan bi motorbisqilêtên qerase yên sêterekerî 5 kîlomêtro diçin bêriyê.
Naîme Goka weke bûk ji Manîsayê hatiye Mûşê û 5 zarokên wê hene, diyar kir ku her roj bi motorbisqilêtan diçin bêriyê û pêz didoşin.
Naîme Gokê diyar kir ku rojê du caran diçin bêriyê û got ku berê dayikên me bi hespan diçûn, em jî niha bi qasî 5 kîlomêtro bi motorbisqilêtan diçin bêriyê.