Müslüm Etgü
28 Tebax 2025•Rojanekirin: 29 Tebax 2025
Li Şanliurfaya ku yek ji germtirîn bajarên Tirkiyeyê ye, termomêtroyan germahiya hewayê 49 pile nîşan da.
Li bajêr hewaya germ a ku li gor demsalê zêde ye bandoreke neyînî li ser jiyana rojane dike.
Termomêtroya li Kolana Ataturkê 49 pile nîşan da.
Welatiyên ji germê aciz bûn û xwestin ku xwe ji germê biparêzin çûn cihên heşîn, park û li bin siya darên li devê Gola Masiyan.
Ji ber germê li hin herêman bêdengî û aramiyê bal kişand.