08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
VAN
Li gundê Boyunpinara Çataxa navçeya Wanê, bi hatina havînê ra heywandaran berê xwe da zozanan. Li zozana jî bêrîvan diçin bêriyê û pêz didoşin.
Piştî taştê hinek ji bêrîvanan bi siwarî û hinek jî peya berê xwe didin zozanên Hafiran ku bi qasî 10 kîlometroyan dûrî gund e.
Bêrîvanên ku nêzîkî 1,5 seatê bi rêva diçin, dest bi doşîna pêz dikin û nêzîkî hezar û 300 pezî yeko yeko didoşin. Şîrê dotî diparzinînin û bi kovikan berdidin galonan. Piştra wan galonan li ser milê xwe dikin û berê xwe didine malê. Li malê jî karê wan naqede, şîrê ku hatiye dotin, dimeyînin dikin mast, penîr, rûnê nîvişk û toxafk.
Berhemên şîrê dibine bazarê difiroşin
Malxwê malê van berhemên şîrî dibine navenda bajêr û difiroşin firoşgehan.
Yek ji xwedanê pez Sînan Caniş di derbarê vî karê xwe yê zehmet da ji nûçegihanê AAyê ra axivî. Caniş anî ziman ku bêrîvan bi rastî jî zehmetiyê dibînin. Jin hem karê rojane yê malê wate kebanîtiyê û hem jî bêrîvaniyê dikin.
Caniş wiha axivî, "Jin her sibe seat derdora 9an ji malê derdikevin û berê xwe didine zozên. Piştî hewaketineke pir zehmet digihin cihê bêriyê û dest bi şîrdoşînê dikin. Bêrîvan dema karê xwe dikin, sitrana dibêjin û hinek jî govendê digirin û bi vî şiklî sitrêsa xwe ji ser xwe diavêjin. Keda wan bi rastî gelek e."