Talha Koca,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
01 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2024
Li Erzirom, Erdexan û Qersê hewaya sar tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Li Erziromê germahiya hewayê ya bişev di binê sifirê da 17 pile hat pîvan, paceyên wesayîtan qeşa girt.
Kaniyên mizgeftan qerisîn û li banê xaniyan şembelûk çêbûn.
- Erdexan
Li Erdexanê germahiya hewayê ya bişev di binê sifirê da 12 pile hat pîvan û qeşa çêbû.
Rê û peyarêyan qeşa girt, rûyê Çemê Kurayê jî qerisî.
- Qers
Li Qersê jî piştî berfê hewa sar bû.
Ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt, li ser dar û beran qiravî çêbû.
Hin welatiyan xalîçe û branda avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.