Hüseyin Demirci
29 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2022
Li Sarîqamişa navçeya Qersê di sir û seqemê da şelale qerimîn, nebatan qiravî girt û cam jî qerisîn.

Li navçeyê bişev hewa 6 pile ket binê sifrê û camên wesayîtan û hin malan qerisîn.
Sir û serma serê sibehê jî dewam kir û welatiyan camên xwe yên ku qerisîne paqij kirin.

Nebatan jî qiravî girt û bi şelaleyên piçûk ên li navçeyê va jî şembelîlkên cemedê daliqiyan.