İbrahim Yaldız
29 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2022
Heyva Sor li Mûşê ji serê salê vir va li bajêr heftê 5 rojan û 3 cure xwarin dide 1000 malbatên hewcedar û yên astengdarên wan hene.

Xwarinxaneya Giyaseddîn Bîngol bi piştgiriya xêrxwazan ku di bin banê Serokatiya Şaxa Mûşê ya Heyva Sor da ye ji serê salê vir va bo astengdar û xêrxwazan xwarin çêdikin.
Xwarinxane ji alî endezyarên xurekê va tên kontrolkirin û xwarinên tên amadekirin li navenda bajêr li kesên hewcedar in tê belavkirin.
Li navenda bajêr kesên xêrxwaz mal bi mal digerin û xwarina hatiye pêjandin li 1000 malbatên hewcedar in belav dikin.

Serokê Şaxa Mûşê ya Heyva Sor a Tirk Faîk Aktaş got ku xwarinxane sala par bi alîkariya xêrxwazan va hat avakirin û xwarina lê tê pêjandin jî li malbatên hewcedar belav dikin.
Aktaş got ku di xwarinxaneyê da ji bo 10 hezar kesî xwarin dikare bê pêjandin û wiha domand: "Em mehê xwarinê didin 22 hezar kesî. Firaqên me tên dezenfektekirin û em dixwazin xwe bigihijînin hewcedaran."