Li Cizîra navçeya Şirnexê 4 kesên rûpoşkirî bi çekan ji wesayîta ku ji buroya dovîzê pere dikêşa bankayê 130 hezar şelandin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 3 kesên ku nêzî buroya dovîzê ya li Kolana Îdîlê bûn, 130 hezar lîreyê ku ji kargehê sitandin ji bo ku bibin şûbeya bankayê bi otomobîla bi plakaya 27 AUP 54 derketin rê.
Bi qasî 500 metro dûrî buroya dovîzê 4 kesên ku di destê wan de keleşên lûledirêj hebûn, otomobîl dan rawestandin.
Şêlanker çenteya ku tê de 130 hezar lîre hebû sitandin û bi kamyoneta ku lê siwar bûn reviyan nav kolanên Taxa Nûrê.
Ekîbên polêsan ên ku hatin cihê bûyerê ji bo ku şêlanker bên girtin xebat dan destpêkirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Cizîrê Ayhan Altok jî hat cihê bûyerê û ji peywirdaran agahî hildan.
Xwediyê buroya dovîzê Selîm Sapan diyar kir wesayîta ku xebatkarên wî lê siwar bûn ji aliyê 4 kesên rûpoşkirî ve hat rawestandin û got "Piştî ku 130 hezar lîre hingirtine reviyane. Teselliya me ew tenê ye ku tu zirar negiha xebatkarên me. Ez rica dikim ku şahid agahî bidin me an jî polêsan."