GAZÎANTEP
Di mitbexa Tirkiyê de peqlewe şiraniyeka taybet e. Beriya cêjna Remezanê peqleweçêkerên Gazîantepî ji bo sîparîşan bigihêjin bi şev û ro dixebitin.
Hoste, hevir wekî kaxiz tenik vedikin û di tepsiyê de bi cih dikin. Beqlewe bi fistiq û runê nivişk tê xemilandin û di agirê ezingan de niv saetekê disekine. Piştre şerbet lê tê talkirin û pêşkeşi kiriyar tê kirin.
Hosteyê peklevê Şîrvan Payas, ji nûçegihanê AAyê re axivî û wiha got: "beriya cêjna Remezanê beqlewaçêker di nav telaşeke xweş de ne. Ji bo sîparîşan bigihêjin dixebitin. Li gor rojên din xebatên me 3-4 qat zêde bûn." Peyas, destnişan kir ku ji hemû derên Tirkiyê re peqlewê dişinin û wiha pê de çû: "Dema behsa peqlewê dibe Gaziantep tê bîra meriv. Divê di cejnê de li malan peqlewe hebe. Di cejnê de herî zêde peqleweya klasîk tê tercîhkirin."
Payas, da zanîn ku li derveyi Gazîantepê peqlewe zêde nayê zanîn û beqlewa diçe derweyî welêt jî lêbelê herî zêde didin bajarên wek Ankara, Îstanbul û Îzmîrê.