AGIRÎ
Li Agiriyê welatiyên ku debara xwe bi heywandariyê dikin, li gor kevneşopiya xwe mêşin û beranên xwe dixemilînin. Gundiyên Balkaynakê nêzî 4 mehan mî û beranên xwe ji hev cihê dihêlin. Dema ku beranberdidin jî kevneşopiyeke kevnar didomînin. Gundî piştî 4 mehan dema ku beranan berdidin nav miyan amadehiyên balkêş dikin. Xwarinên bigoşt amade dikin, miyên xwe wek bûkan, beranên xwe jî wek zavayan dixemilînin û wan berdidin nav hev.
Xwediyê pez Îhsan Kocabey daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku ev kevneşopiya wan bi salan e dewam dike û gundiyên derdorê jî wekî wan vê kevneşopiyê didomînin.
Kocabey got: "Em ji bo pezên xwe dewetê dikin. Em xwarinên taybet amade dikin û şahiyên ji hev cudatir li dar dixin. Ev tevgera me ji bo mirovan ecêp tê lê ji bo me tiştekî asayî ye. Roja ku em beran berdidin nav miyan ew roj ji bo me rojeke cuda ye. Me di salên berê de gelek şahî dikirin. Niha em bi tenê bi merasîmekê vê rojê pîroz dikin. Rojekê berê dest bi amadehiyan dikin. Mî û beranan em boyax dikin. Ji bo ku berxên nêr bizên, em zarokên kurik li ser pişta beranan siwar dikin. Ev kevneşopiya me ye û heta ji destê me bê em ê bidin domandin."