19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
GEVGÊLYA
Penaberên ku bi hêviya jiyaneke baş dixwazin xwe bigihînin welatên Ewrûpaya Bakûr, bi rêya deryayî derbasî Yewnanîstanê dibin û digihine Makedonyayê.
Li gorî agahiyên Komîseriya Bilind ya Penaberan ya girêdayiya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), her roj ji 5 heta 10 hezar penaberî dikevine Makedonyayê.
Ekîba AAyê li bajarokê Gevgêlyayê serdana kampa penaberan kir û digel penaberên ku dixwazin biçine welatên Ewrûpaya Bakûr axivî.
Hinek ji penaberên ku piştî êrîşên li Parîsê hatin li dar xistin, nerehet xuyabûn, idia kirin ku 'ew êrîş ne ji aliyê misilmanan ve hatine li dar xistin'.
Yek ji wan penaberan bi navê Elî Seleh destnîşan kir ku êrîşên Parîsê ne ji aliyê misilmanan yan jî ereban ve hatiye li dar xistin û got, "Hemî kes dikare vî karî bike û bêje ereban yan jî misilmanan kiriye, lê bi ya min yên ku ev êrîş kirine, ne ereb û ne jî misilman in."
Elî Seleh anî ziman ku ji ber rewşa nexweş dev ji welatê xwe berdane û got, "Em bê çare man. Welatê me êdî tundî tê da serwer e, em naçarê revê ne."
Yekî din ji penaberan bi navê Xalid destnîşan kir ku êrîşên Parîsê ew tirsandine û got, "Bûyerên wiha wê tesîrê li wan penaberan bike ku ji şer û tundiyê direvin."
Xalid got, "Dema ku em şaşiyan dikin, sedema wê ne welat û dînê me ye. Sedema kirina şaşiyan, mêjiyê nexweş e."
Kurekî 9 salî ji penaberan ku digel apê xwe ji Sûriyeyê derketiye got, "Ez dixwazim biçim Elmanyayê û bixebitim, piştre jî ezê dê û bavê bînim cem xwe."
- Penaber ji sermayê gazina dikin
Nûnerê Rêxistina Xaçasor yê Makedonyayê Aleksandar Jonuzoski ku bi karûbarê alîkariya tibbî û xwarinê ya penaberan ve mijûle got, "Penaberên ku têne kampê herî zêde ji sermayê gazinda dikin. Bi hevkarî digel UNHCR, me amûrên germkirinê xiste nav konên penaberan û me cilên zivistanê li penaberan belav kir."
Jonuzoski destnîşan kir ku rojane ji bo 900 penaberî xizmeta tıbbî pêşkeş dikin got, "Dema ku em nexweşiyên ciddi dibînin em serî li Wezareta Tenduristiyê ya Makedonyayê didin û nexweşan dibine nexweşxaneya Gevgêlyayê."
Nûnerê UNHCR Aleksandra Kraus jî eşkere kir ku rojane têkra 7 hezar penaber li sînor dixe û ev hejmar carinan zêde û carinan jî kêm dibe.