19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
SILÊMANIYE
Li Silêmaniyeya bajarê Iraqê penaberên ku di konbajarê Arbetê de dijîn, ji ber baran û heriyê zehmetiyê dikşînin.
Konbajarê Arbetê 20 kîlomêtro dûrî başûrê Silêmaniyê ye û 9 hezar penaberên ku ji bajarê Selaheddînê ji ber zilma rêxistina terorê DAEŞê reviyane li wir dijîn. Kon li ser erdê hatine vegirtin û dema baran û serma çêdibe jiyana penaberan xirabtir dibe.
Ji ber ku ev du rojin li Silêmaniyê baraneke gur dibare konbajar di bin avê de man û her der herî bû. Rewşa penaberan xirab e û ew ji vê jiyanê aciz in.
Mehmûd Sabahê (40) ku bi 3 zarokên xwe û jina xwe ve di konbajarê de dijî got ku ev konbajar li gor havînê hatine avakirin û ji ber vê dema baran dibare ew zehmetiyê dikşînin.
Sabah anî ziman ku zarokên wî serma dikin û wiha axivî: "Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin, em dixwazin ku ji vê şepirzebûnê xilas bibin. Selaheddîn ji destê DAEŞê hat xilaskirin, lê ji ber ku di navbera eşîran de nakokî heye em nikarin vegerin malên xwe."
Aliye Atiyeya (65) ku bi tena serê xwe di konê de dimîne jî got ku baran rehmet e, lê ji bo penaberan dibe eziyet.
Atiye got ku ew benda destûra artêşa Iraqê ne ku vegerin malên xwe.