Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê, herêm ketiye bin tesîra hulmegura nizm a Behra Spiya Navîn û ji ber vê yekê jî berf dibare.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar li Qersê di bin sifirê de 9, li Agiriyê di bin sifirê de 7, li Erziromê û li Îdirê 0, li Erdehanê 1 û li Ezircanê jî 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj hewaya herî germ li Agirî 3, li Erdehanê û Qersê 4, li Erziromê 6, li Ezircanê 12 û li Îdirê jî 15 pile be.
Qalindahiya berfê li navendên bajaran li Erziromê 6, li Qersê 2, li Agiriyê 18, santêm, li navendên xweşiqitandinê li Qonaxliyê 69, li Cibiltepeyê 43 û li Palandokenê 30 santêm hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku şebeq û evaran jî mijê bikeve û yek jî ji bo cemedê hişyarî dan welatiyan ku bê tedbîr dernekevin rê.