ŞANLIURFA
Li bajêrê ku biro germahî digihije 40 pileyî, xwediyên pez jî ji bo ku pezên xwe ji germê biparizên ji wan re sîtavkan çêdikin û pezan dibin wir da ku bêhna xwe vedin.
Şivan, piştî ku roj diçe ava pez derdixînin çolê. Şivan ji ber ku meha remezanê ye paşîv û fitarên xwe li serê çiyan bi şivanên din re dikin.
Şivan, paşîvên xwe di bin ronahiya çira û heyvê de dikin, di fitarê de jî xwarin û çayên xwe li ser tifikan çêdikin. Şivan, xwarina xwe bi piranî li serê çiyayan dixwin û li wir dîmenên xwezayî dinêrin û ji hewayê paqij kêfê digirin.
" Tama xwarina li çolê cuda ye"
Şivan Fatîh Çîftçî, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber ku biro germahî zêde ye, nikarin pezê xwe têr biçêrînin, ji ber vê yekê pezên xwe bi şev derdixînin çolan.
Çîftçî, diyar kir ku di germê de rojîgirtin zehmet e, lê dîsa jî piştî demekî mirov hîn dibe û got ku ji ber ku em di wextê paşîv û fitaran de li derve ne, em xwarina xwe li vir amade dikin û dixwin. Tama xwarinên li çolê cuda ye.
Mehmet Sel jî da zanîn ku ji ber karên xwe exlebî li derve ye, ji ber vê yekê li ku bin li wir fitar û paşîva xwe dikin. Sel, got ku ev yek jî xweşikayiyeke xweser di xwe de dihewîne.