23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ŞANLIURFA
Mehmet Çîrkînê 65 salî yê ku li Şanliurfayê paxirkariyê dike, li hember teknolojiyê karê bavê xwe yê ku êdî hindik maye bê jibîrkirin didomîne.
Li bajêr berê tas û quşxaneyên ku di mitbexan de dihatin xebitandin, êdî wek xeml û xişir tên xebitandin. Ji ber vê jî kêm tên çêkirin û hostayê sifiran jî dev ji vî karî berdidin.
Her çiqas ev kar êdî wek berê navdar nebe jî, hoste Mehmet Çîrkîn beriya her kesî tê dikana xwe û bi dil û can vî karî dike.
Çîrkîn ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew qet neçûye dibistanê, di 10 saliya xwe de li cem birayê xwe Mahmut dest vî karî kiriye.
Çîrkîn got ku ev kar zor e û her kes nikare bike û wiha axivî: "Di salên 1950î de di 100 kargehan de 300 hoste û çirax dixebitîn, lê îro 3 an 4 hoste mane. Sifir tenduristiye û biqalîte ye, lê li hember teknolojiyê êdî kes zêde van alavan naxebitîne."
Çîrkîn destnîşan kir ku ev kar êdî tê jibîrkirin û wiha dewam kir:
"Ev alavên ku em çê dikin pir bi qîmet û saxlem in, lê êdî kes jî bi kar nayne. Em li hember teknolojiyê têk çûn. Vê gavê li Şanliûrfayê herî zêde legana çîg tê firotin. Kesên ku li peyê tema devê xwe dikevin jî legena paxir tercîh dikin. Xurekê ku di qoşxaneya paxir da tê çêkirin, pir bi tehm û sihhet e. Berê her tişt ji paxir bûn. Niha her tişt bûye fabrîqasyon. Ev pîşe roj bi roj tê jibîrkirin. Jixwe ji bo vî karî çirax tunene. Ya ku bi dest û ya ku bi makînê tê çêkirin ne yek in. Ya destan sed salan jî werin xebitandin zirarê nabînin."
Mehmet Çîrkîn got ku dudu jê keç çar zarokên wî hene, lê tu eleqeya wan bi vî pîşeyî tuneye.
Çîrkîn diyar kir, piştî ku zarokên wî zewicîn, wî jina xwe ya nexweş xayî kir.