Kemal Özdemir
06 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2021
Li Uzumluya navçeya Erzincanê karkerên debara mala xwe bi çêkirina xelûzê dikin digel germahiya hewayê û tîna agirê xelûzê li ser karê xwe ne û dixebitin.
Malbata Eren a ku ji bo çêkirina xelûzê ji Mêrdînê hatine û li Pelîtliya gundê navçeyê ye bi cî bûne di konê li vê derê vegirtine da dijîn.
Karkerên xelûzê çêdikin bi hilatina rojê va li traktoran siwar dibin diçin nêzî daristanê peya dibin û ber bi daristanê va dimeşin.
Di çarçoveya xebatên nûkirina qadên daristanê da ku Midûriyeta Karsaziya Daristanê li Erzincanê birêva dibe, li qadên hatine kifşkirin di kuçikên tên dadan da navbera 2-3 hefteyan da darberûyan dişewitînin. Di dema şewitandina daran da 24 saet li ber agir nobetê digirin û piştî ku pêlên agir temirîn jî ew dest bi temirandina agir dikin û paşê jî xelûza çêbûye radikin.
- Bi pergala sirûştî va xelûzê çêdikin
Xebatkarên xelûzê çêdikin bi pergala ji bav û kalan dîtine vî karî didomînin û xelûza derdikeve meydanê tijî çewalan dikin, li kamyonan bar dikin û ber bi kiryaran va dişînin.
Di pêvajoya çêkirina xelûzê da ji ber zor û zemetiya kar xebatkar nikarin biçin û bên û ji ber vê jî li nêzî cihê darberuyan dişewitînin konên xwe vedigirin û qismek ji wan tevlî malbata xwe li wan deran dijîn. Dest û ser û çavên xebatkaran wek nîşaneya keda wan bi duyê xelûzê reş dibe.
Ji karkeran Abîdîn Eren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo tevlî malbata xwe bixebitin hatin Erzincanê û 30 sale ku ew bi vî karî ra eleqedare.
Eren destnîşan kir ku ew xebatên xwe li qadên ji alî Midûriyeta Karsaziya Daristanê ya Erzincanê va hatine kifşkirin birêva dibin û wiha domand: "Em bi malbatî serê sibehê saet 06.00an radibin. Qismek me diçin daristanê daran dibirin û qismek jî êzingan tînin. Ev karê ku em dikin bi rastî pir bi rîske. Ev 30 sale ku ez vî karî dikim û hemd ji Xwedê ra heta niha tu qeza bela di vî karî da nehat serê min. Bi taybetî jî di van mehan da xebat zehmet e. Lewra him germahî zêdeye û him jî û him jî germahiya ji ber xelûzê merivan perîşan dike."
- "Em debara xwe ji dahata vî karî dikin"
Ji karkeran Mazlum Eren jî got ku heta xelûz tê asta dawîn ji gelek merheleyan derbas dibe û wiha domand: "Em du kuçikên yek jê mezin û yek jî jê biçûk çêdikin. Di kuçikê mezin da bi qasî 20-25 rojan da û di ya biçûk da jî bi qasî 5-6 rojan da xelûz çêdibin. Kuçikek kêm zêde 10 roj pêketî dimîne. Ser xwelî ye û binî agir e. Dema bi nezanî û yan jî xeletî pê lê bikî dibe lingê te bişewite."
Ji xebatkaran Mahîr Eren jî destnîşan kir ku di çêkirina xelûzê da merheleya herî bi zehmet ji kuçik derxistina xelûzê ye lewra ji ber germahî û tînê, xebat zor û zehmettir dibe.