Elif Orhan
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Li Rîze û Orduyê berfa ku bi sarbûna hewayê ra barî zozan spî kirin.
Her sal bi hezaran kes ji bo ku bi taybetî ewrên mijê yên li Zozanê Huserê ku 2700 mêtro bilind e yê li ser navçeya Çamlihemşînê temaşe bikin tên herêmê. Li Zozanê barana ku danê sibê barî piştî nîvro bû berf.
Li zozanê sitûrahiya berfê gihaşt 20 santîmêtroyê.
Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan ku li cihên ji hezar mêtroyê bilind dê texmînkirin ku şilope û berf bibare û sitûrahiya berfê bigihêje 5-20 santîmêtroyê, bila hember neyiniyên muhtemel baldar û bi tevdîr bin.
- Ordu
Li Orduyê li aliyên peravê baran barî lê cihên bilind berf barî.
Bi berfa barî Zozanê Çambaşiya 2000 mêtro bilind û Zozanê Perşembeyê yê 1500 mêtro bilind bi spî bû. Li Zozanê Çambaşiyê dîmenên wekî kartpostalan derket holê.
Şaredarê Kabaduzê Yener Kaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi berfa ku nîvro paş barê Zozanê Çambaşiyê spî bû.
Kaya pêşniyaz kir ku xwedîkerên heywanan paş vegerin û xwest ku hemû welatî baldar bin.
- Gîresun
Zozanên Kumbet û Kulakkayayê yên Gîresûnê bi berfê xemilîn.
Li Derbasoka Egrîbela 2200 mêtro bilind e jî berfa ewil barî.