Haydar Şahin
18 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
IGDIR
Zozaniyên li Îdira bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku îsal çêre zû hişk bû ber û bereketa li bendê bûn bi dest nexistin.
Mêrgên li zozanên Îdirê ji ber ku îsal hewa zehf germ derbas bû zû hişk bûn.
Li zozanên ku bi hezaran pez û dewar li diçêriyan çêre zû hişk bû û heywandarên ku ji Agirî, Qers û Îdirê hatibûn zozanan ji bo heywwanên xwe ji bajêr giha û yêm tînin.
Kutbettîn Kuvazê zozanvanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber hewaya germ îsal çêre zû hişk bû û nika va dest bi amadehiyên dagêrê kirin.

Kuvaz diyar kir ku germahiyê bi xwe ra hişkahî jî anî û got, "Îsal ji ber germahî û kuraxiyê me ji zozanan randiman hilneda. Nika em giha û kayê tînin didin heywanên xwe. Me her sal di dawiya îlonê da amadiyên dagêrê dikir û ji zonana vediqetiyan, îsal beriya xilasbûna tebaxê em ê dakevin deştê."
Kuvaz destnîşan kir ku ji gelek aliyên Rojhilatê Anadoluyê heywandar tên zozanên Îdirê û wiha pê da çû:
"Ji serê tîrmehê vir da şilî nebarî. Ji ber ku şilî nebarî jî çêre hişk bû. Heywanên me di nav zomeyê da digerin û ecrê dikişînin. Îsal ji salên berê germtir derbas dibe, heke ba jî ranebe em nikarin li zozanan bisekinin. Vira Zozana Axbulaxê ye, zozaniyên ku ji bajarên din jî hatine hene. Her kes di bin tesîra hişkahiyê da ma û em çav lê ne ku 2 mehan zû dest bi dagêrê bikin."