Nihat Kavşut
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 20 Tebax 2017
MARDÎN
Hidir Gulcanogluyê (82) 60 sal e di nav kuçe û kolanên Mêrdînê da hemaliyê dike bi temenê xwe yê dirêj hê jî ji bo debara xwe ji pêpelûkên nav bajêr hildikişe.
Li Mêrdîna dîrokî ji ber ku di nav kuçe û kolanan da wesaît nikarin herin bi sedan salan e xelkê bajêr barên xwe bi saya hemalan an jî keran dikşînin, loma jî li bajêr yek ji karên giran hemalî ye.

Hidir Gulcanoglu jî yek ji wan hemalan e ku dema ji leşkeriyê vedigere di 22 saliya xwe da dest bi hemaliyê dike û 60 sal e vî karî dike.
Gulcanoglu bi karê hemaliyê 4 zarok mezin kirine û ji ber ku êdî kal e wekî berê nikare barên giran rake. Gulcanoglu niha barên sivik dibe û tîne û bi alîkariya walîtiyê debara xwe dike.

Hidir Gulcanoglu bi erebî û tirkî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dema ji leşkeriyê vedigere dest bi karê hemaliyê dike.
Gulcanoglu destnîşan kir li Mêrdînê hemalî karekî zor û zehmet e û wiha got: "Pêpelûkên li bajêr zehf hevraz in. Berê min sarinc, komir, êzing û çi derketa min dibir û dianî. Min berê dikaribû 300 kîloyî jî rakim. Carekê min mermer dibir û ez li erdê ketim. Pişta min seqet bû û 3 caran emeliyet bûm. Peyra min cardin dest bi hemaliyê kir."

Hidir Gulcanoglu diyar kir li gor Enqere û Stenbolê li Mêrdînê hemalî zor e û got kuçe û kolanên Mêrdînê teng in û li kuçe û kolanan pêpelûk zehf hene.