02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
Mixtarê gundê Kirikdagê yê Hekkariyê sifre raxist û gazî 35 mamosteyên ku tayîna wan rabû gund, kir. Li navçeya Yuksekovayê jî ji bo mamosteyan kokteyl hat dayîn.
Mamosteyên ku hatin tayînkirin, dest bi wezîfeya xwe kirin. Her çendî li herêmê bûyerên terorê dewam dikin jî, mamosteyan guh nedayê û hatin herêmê. Welatî jî bi mamosteyan ra eleqedar bûn.
Mixtarê gundê Kirikdagê Necmî Adiyaman gazî 35 mamosteyên ku tayîna wan derketiye Dibistana Seretayî ya Yarbayê Cangorî Mesût Koru kir û mamoste û 10 malbatên mamosteyan li mala xwe ezimand.
Adiyaman li salona mala xwe sifreyek raxist û xurekên herêmê îkramî mêvanên xwe kir.
Adiyaman got ku firqa mamosteyan û ewladên wan tunene û wiha dewam kir: "Mamosteyên ku tayîna wan hatiye gundê me, birayên me ne. Pê wan li ser serê me û ser çavên me. Çi ji destê me were em ê alîkariya wan bikin. Deriyê me 24 saetan ji wan ra vekiriye. Merivên Hekariyê mêvanperwer in. Em hemû bira ne. Piyê her mêvanî li ser serê me ser çavên me."
Li navçeya Yuksekovayê jî ji bo 404 mamosteyên ku hatin tayînkirin li baxçê mala mamosteyan kokteyl hat dayîn.
Qaymeqam Îbrahîm Çenet di kokteylê da axivî û ji mamosteyên ku dest bi wezîfeyê kirin ra serkeftin xwest.
Çenet li ser girîngiya perwerdeyê sekinî û wiha pê da çû: "Ji Stenbol, Îzmir, Çanakkale, Enqereyê ango ji gelek bajarên welatê me mamosteyên me li vir in. We çandên cuda, zaravayên cuda, xweşikahiyên cuda jî bi xwe ra anî vir. Ji ber wê em bi we serbilind in."
Midûrê Perwerdeya Millî yê Navçeyê Necmettîn Kaya jî ji mamosteyan ra serkeftin xwest.