Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan beşdarî bernameya televizyona Kanal 24ê bû û li wir der barê rojevê de xeberda.
Akdogan got ku di navbera partiyên muxalif de hevkariyek heye û ew li hin navçe û bajaran hewl didin ku ji bo hev rayan peyda bikin û wiha dewam kir: "Di eslê xwe de nasname, îdeolojî û piştevanên wan cuda ne. Lê dîsa jî di navbera wan de hevkariyek heye."
- "Ji bo ku AK Partiyê têk bibin planeke nû ya kaosê çêkirin"
Akdogan got ku piştî ku AK Partî bû desthilat ji bo ku AK Partî têk biçe planeke nû ya kaosê hat amadekirin û wiha dewam kir: "Hişmendiya derbeker got ku bila siyaset li derve bimîne, em welêt bi rê ve bibin. Niha jî zor dan HDPyê ku ew wek partî beşdarî hilbijartinê bibe. Wan tu car bawer nedikir ku ew ê bendavê derbas bibin, ji ber vê tengasî dikişandin. Niha dibêjin heke em bendavê derbas bibin, gelo em dikarin li hember AK Partiyê astengiyê derxin?"
Akdogan got ku rêxistina paralel dixwaze bi HDPyê re bilîze, HDPyê bi kar bîne û wiha dewam kir: "HDP çima destûrê dide ku bi wê re bê lîstin. 40 wekîlên te hene, 50 kesên din hebin wê çi bibe? Jixwe ew jî çepkirên marjînal in û bi vî awayî kurdê nekevin meclisê. Niha dibêjin 'gelo em dikarin di nav vê rewşa qeyranê de xweseriyê îlan bikin?' Sedema tevgera wan ev e.Niha her kes dibêje ku 'HDP nikaribe bikeve meclisê ew ê parlementoyeke din ava bikin û der û dor tevlihev bikin.' Ew ê ji rojavayê re jî bibêjin ku 'binêrin kurd nayên temsîlkirin'. Heke bendavê derbas bibin jî e wê bibêjin 'binêrin herêma rojhilatê başûr li gor tevger û rengê me ye, rewş tevlihev e, gelo em dikarin bibin kanton an na' Ev armanca PKKê ye. Gel destûrê nade vê. Ji bo ewlehiya hilbijartinê ew bendavê derbas bibin jî nebin jî dewletê tevdîrên xwe hilde. Bila welatiyên me rehet bin, tiştekî wiha wê neqewime. AK Partî wê bi awayekî xurt desthilatiya xwe biparêze."
- "Heke em nebin desthilat pêvajoya çareseriyê û zagona nû nikare pêk bê"
Akdogan got ku AK Partiyê pêvajoya çareseriyê da destpêkirin û ji bo ku dewam bike jî divê AK Partî bi tena serê xwe bibe desthilat.
Akdogan anî ziman ku piştî hilbijartinê ev mijar wê bibe mijara wan a sereke û wiha dewam kir: "
"Heke em nebin desthilat pêvajoya çareseriyê û zagona nû nikare pêk bê, pisporê vê em in. Bi ya min piştî hilbijartinê em ê bi lez di vê pêvajoyê de gavekî biavêjin. Hin kesên ku diçin Îmraliyê lê ne parlementerin hene. Dibe ku em der barê van de ji nû ve bifikirin. Van her tim xebatên me sabote kirin. Ocalan got ku bila di 4ê sibatê de kongre bicive. Heta 28ê sibatê daxuyanî nedan û astengî derxistin. Bersîv nedane banga Ocalan. Qendîl guh nade wî, divê ev tevger bê zanîn."