Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Kastamonuyê bangî gel kir. Erdogan wiha got: "Di 30yê adarê de yan em ê bibêjin Tirkiyeya berê, siyaseta qirêj, an jî em ê bibêjin siyaseta paqij. Yên ku dibêjin siyaseta qirêj bila dengên xwe bidin MHP, CHP û BDPyê. Yên ku dibêjin siyaseta paqij, wek her demê bila dengên xwe bidin AK Partiyê."
"Di bin navê alimtiyê de dek û dolaban digerîne"
Erdogan got ku ew dixwaze der barê bêexlaqî û bêedebiyên di rojê dawîn de jî biaxive û axatina xwe wiha domand: "Pensîlvanya di bin navê alimtiyê de dek û dolaban çawa digerîne ez ê yek û yek ji were bibêjim. Kastamonu bajarê ilm û aliman e. Kastamonu bi hemû zerreyên xwe ve bajarekî exlaq û edebê ye. Ez ê bala we bikşînim ku siyaseta tê meşandin çiqas ji exlaq û edebê bêpar e. Hin dîmenên bêexlaq li ser înternetê weşandin û bi vê CHPyê ji nû ve dîzayn kirin. Serokê giştî yê berê şandin û li şûna wî ev zat anîn. Pişt re bi heman rebazê êrîşî hin endamên MHPyê jî kirin. Ev kes niha di kadroyên parlementerên MHPê de cih nagirin. Birez Bahçelî eger tu bi wan bawerî te çima şandin? Heta dawiyê te çima piştgirî neda wan? Bi vî awayî gef li MHPyê xwarin, şantaj lê kirin."
Erdogan rexne li wan kesên ku li ber pêvajoya çareseriyê disekinin kir û wiha axivî: "MHPyê dest bi astengkirina pêvajoya çaresiyê kir. Hevdîtinên li Osloyê jî bi destê Pensîlvanyayê ve montaj kirin û belavî raya giştî kirin. Bi derew û şaşiyan belav kirin. Misteşarê MÎTê yê ku di pêvajoya çareseriyê de keda wî zêde bû xwestin ku 7ê sibata 2012an de binçav bikin, lê min destûr neda wan. Bahçelî got çi? Got te çi soz da Îmraliyê? Bahçelî, ez Recep Tayyîp Erdogan im. Hemd ji Xwedê re ku min di jiyana xwe de welatê xwe û gelê xwe nefirotiye. Hûnê hisabê vê bidin. Bahçelî, Ecevît û Yilmaz, we hersêkan biryara dardekirinê veşart. Te çima îtiraz nekir? Tu wê demê çima ji hikûmetê venekişiyayî? Ev kes tu caran bi rûmet tevnegeriyan. Tim bêbextî kirin. Pêvajoya çareseriyê cuda ye û hevditînên misteşarê mîn cûda ne."
Erdogan li ser geşedanên piştî biryara dersxaneyan jî sekinî û wiha got: "Pensîlvayayê biryara dersxaneyan ji xwe re kir hincet û dest bi xayintiyê, nankoriyê kir û em ji pişta me xençer kirin. Di 17yê kanûnê de bêbextî li me kir û erîşî me kir."
Erdogan wiha dewam kir: "Piştr e dengên hevdîtinên me yên ku bi dizî tomarkirin û belav kirin. Bêyî biryara dadgehê Serokomar, Serokwezîr, Serokê Sererkaniyê û wezîran guhdar kirin. Heke biryara dadgehê tunebe tu nikarî tiştekî wiha bikî. Exlaqê wan tuneye. Rêxistinên terorê jî van tiştan dikin. Çi ferqa wan ji rêxistina terorê heye. Ku meriv zatê li Pensîlvanyayê guhdarî dike, çi nabêje, Pêxemberê me ji Mîracê datînin, li kamyonetê siwar dikin û van dîmenan di televîzyonên xwe de diweşînin. Derewan dikin, takkiyeyê dikin, bêbextiyê dikin, buxtanan dikin."