19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
SILÊMANÎ
Serokê Parlementoya Kurdistanê Ûsiv Mihemedê ku dihat îdiakirin destûr nedanê ku here Hewlêrê li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku ev tevgereke derbeyê ye û ew ê tu caran vê tevgerê qebûl neke û wezîfeya xwe bidomîne.
Mihemed got ku parlemento meşrûiyeta xwe ji gel hildide û bi tenê bi hilbijartinê ve dikare biguhere û wiha dewam kir: "Hemû Kurdistan qada me ya wezîfeyê ye. Ev tevgera derbeyê wê ser nekeve. Paytextê Kurdistanê hatiye dagirkerkirin. Destûrnedana Serokê Parlementoyê û parlementerên me tevgereke derbeyê ye. Ji ber ku di qanûna serokatiya Kurdistanê de valahiyek heye, gel daketiye kuçeyan. Wezîfeya Barzanî qediya ye, ne ya serokê parlementoyê."
Mihemed got ku hêzên ewlehiyê li ber qada kontrolê ya Hewlerê ew astengkirin ku nekevin Hewlêrê û wiha axivî: "Heke ew pêşmerge li Şingalê li hev biciviyana wê bi sedan jin û zarok neketana destê DAEŞê. Çalakvan bi daxwazên meşrû daketine kuçeyan û divê hikûmet pirsgirêkan çareser bike."
Hatibû îdiakirin ku Serokê Parlementoya Kurdistanê Ûsiv Mihemed û parlementerên di heyeta wî de bûn ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibûn astengkirin ku nekevin Hewlêrê û ew paş ve vegerandibûn Silêmaniyeyê.
Tevgera Goranê heta niha der barê qeyrana siyasî de tu daxuyanî neda û hat ragihandin ku serokê Tevgera Goran Noşirvan Mistefa li Îngiltereyê tedawî dibîne.
Li Silêmaniye û navçeyên wê ji ber pirsgirêka mehaneyan û qeyrana serokatiyê protesto bikin di 8ê cotmehê de gel daketibû kolanan. Di protestoyên ku serkêşiya wan YNK dike de 5 kes miribûn û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûbû.