Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MANAMA
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Behreynê li Otêla Four Seasons beşdarî konferansa ku ji aliyê Ofîsa Efrîqa Bakur û Rojhilata Navîn a Enstîtuya Aştiya Navneteweyî hat lidarxistin bû. Erdogan li bernameyê axaftinek kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan: "Li vê cografyayê qedera me jî kedera me jî yek e. Li ser vê axê paşeroja me jî pêşeroja me jî muşterek e. Îro tiştê ku bi serê birayên me li Sûriye, Iraq, Lîbya û deverên di hatiye, xerentî tune ku sibe bi serê me de jî neyê. Loma, ne piştre divê em aniha dest bi hereketê bikin."
Serokkomar Erdogan wiha dewam kir: "Ji bo alema Îslamê, hetta ji bo pêşeroja însaniyetê wextê yekbûnê û gavavêtina bi hev re ji zû ve hatiye. Kêliya ku cîranên wan di nav zîlletê de bin, birayên wan ên ku bi heman zimanî diaxivin û berê xwe didin heman qibleyê di bin zilmê de bin; tu welat, tu civak nikare tenê rehetiya xwe û pêşeroja xwe bifikire. Misilman li ser esasê nasnameya nijadî, ziman, qebîle, reng û mezhebên xwe ji hev hatin dûrxistin. Niha ew li Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û gelek deverên din xwe bi xwe tune dikin. Em hemû bi hev re temaşe dikin ku bajarên roniya çavên medeniyeta Îslamê û Ereban bûne qada rêxistinên terorî, şerê biwekalet û ziyandanê di navbera hêzên biyanî. Li hemberî vê rewşê wijdanê însaniyetê bêdeng maye, muqtedir jî destên xwe difirikînin, riyakar jî mixabin hêsirên derewîn dirijînin."
Serokkomar Erdogan der barê Herekata Mertalê Feratê de jî axivî û wiha got:
"Gava ku me avêtiye li hedefekê asê bûye. Piştre em berê xwe bidin rojhilat û li Minbic û Reqqayê bi hêzê Koalîsyonê re gava muşterek bavêjin, bi vê gava muşterek re hedefeke diyar li wê derê ku ev jî herêmeke ewle ya ji terorê hatiye paqijkirin mumkin bibe. Ev herêma ewle ku ji terorê hatiye paqijkirin, dê bi taybet birayên me yên Ereb û Tirkmen îmkanê bicihbûnê peyda bikin. Berî çend mehan qada 2 hezar kîlometre çarkoşe ku terorîstan hespê xwe lê dibezand, me aniye halekî ku bibe hêlîna hêviyê û qada ewlehiyê. Lê têr nake. Hedefa me ew e ku em li vê derê qadeke 4-5 hezar kîlometre çarkoşe ku ji terorê paqij bûye bikin herêma ewle. Li vê derê aciziyeke ciddî heye. Ev xebat, niha berdewam e.
DEAŞ rêxistineke terorî ye, lewra dînê me dînê aştiyê ye. Mixabin DEAŞê, her daîm teror belav kiriye. Însanên bêparastin û bêguneh bi awayekî hovane kuştine. Ev însan (DEAŞ) tu wextî ne Misilman in. Em, niha her daîm di bin tehdîda DEAŞê de ne. DEAŞ, rûreşiya Misilmanan e û li hemû dinyayê Misilman di rûyê van de têne reşkirin. Me, ev yek heq nekiriye. Niha li hin deverên dinyayê, hin kes hene ku Îslam û terorê bi hev re zikir dikin. Ez ji vir dîsa bang dikim. Bila tu kes, Îslam û terorê bi hev re neyîne ziman, bila tu kes radîkalîzm û Îslamê neyîne kêleka hev. Lewra, Îslam radîkalbûnê qebûl nake."