ENQERE
Li Komcivîna Tevahî ya Meclîsê di hevdîtinên pêşnûmaya qanûnê de rakêşî çêbû.
Di navbera parlementerên AK Partî û CHPê de şer derket û di şerî de birûyê Parlementerê Şirnexê yê AK Partiyê Mehmet Emin Dindar xwîn bû. Dindar birîn Nexweşxaneya Taybet ya Güvenê û li vir birîna wî hate dermankirin. Dindar piştî demekê ji nexweşxaneyê hate taburcîkirin û hate zanîn ku rewşa wî baş e.