21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku pergala serokomariyê ji bo pêşiya welêt vebibe dixwazin û wiha axivî: "Beriya rojekê digot 'Serokomar dikare hemû loqanteyan bigire.' Hinekî însaf, ma ne sînorekî derewan jî heye. Frêna derewên wî nîne. Niha ez li hêviyê me ka wê kengê dor were boyaxkaran, simîtfiroşan û dendikfiroşan. Em sîstema serokomariyê ne ji bo girtina tu ciyan, ji bo vekirina rêya welat û miletê xwe dixwazin."
Serokomar Erdogan li Salona Sporê ya Araneya Enqereyê di bernameya "Ji bo mirov daristan, ji bo aboriyê daristan"ê de axivî.
- "Guh nedin hezeyanên muxalefetê"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de mixalefet rexne kir û wiha got: "Ez ji miletê xwe rica dikim, guh nedin hezeyanên muxalefetê. Heke me bawer nekira ku dê guherîna qanûna bingehîn bi kêrî welat û miletê me bê, ma em derdiketin rêyeke wiha?"
- "Emê hesabê birayê min Huseyîn Kurt ku li Holandayê li erdê hat xişikandin, bipirsin"
Serokomar Erdogan der barê astengkirina wezîrên ku diçine Ewropayê de jî wiha axivî:
"Ji bo ku wezîrên me hilnedin welatê xwe teamilên dîplomatîk binpê kirin, di 2 saetan da rewşa derasayî îlan kirin û serî li her rêyê xistin. Li Ewropayê şaredarî dikarin rewşa derasayî îlan bikin. Rewşa derasayî ya ku em îlan dikin begefendiyan aciz dike. Li karê xwe binihêrin karê xwe... Bi salan bi navê 'Rêgezên Yekîtiya Ewropayê' li ser me çi ferz kirin, niha ew bi xwe wan hemûyan binpê dikin. Bira ev 16ê Nîsanê bidawî bibe, emê li ser maseyê rûnên û biaxivin. Ev dewran wiha naçe, çi lazim be emê wekî Tirkiye, bikin. Emê hesabê birayê min Huseyîn Kurt ku li Holandayê li erdê hat xişikandin, bipirsin. Ewropayiyan pêşiyê di mijara Sûriyeyê da paşê jî di mijara 16ê Nîsanê da helwesta xwe nîşan dan û rûpêça xwe bi destê xwe danîn."