21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Rewşa teror û tundiyê ya sedsala 21emîn, şerên wekaletê û koçberî bûye wesîle ku pîrozkirina newrozê ji pîrozkirineke normal derkeve, ji bo mirovhiyê bibe sedema cudahiyekê. Bi eşkere tê dîtin ku hewcedariya dinyayê ji her demê zêdetir îro bi vê cudahiyê û yekitiyê heye."
Soylu ji ber cejna newrozê peyamek weşand û got ku ne bi tenê li ser vê axê, li dinyayê jî newroz aştî û biratiyê bang dike û wiha dewam kir: "Em wisa bawer dikin ku hemû dinya wê vî dengî bibîhîze, fêm bike û ev erdnîgariya şaristaniyên qedîm wê nebe cihê xwîn û rondikan wê di demek nêz de ilm, zanist û hunerê ava bike. Bi van hest û fkran ve ez Newroza hemû mirovan pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku him li erdnigariya me, him jî li hemû dinyayê bila bibe mizgîniya aştî, biratî û aramiyê."