ANKARA
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek diyar kir ku Anadolu Agency (AA) him li Tirkiyeyê û him jî li dinyayê ji bo nûçeyên rast karên girîng dike û wiha dewam kir: "Em wisa bawer dikin ku ji niha bi şûn de jî berpirsyariya xwe dê bidomîne û agahiyên rast bide welatiyên me û kesên ku ji derveyê welêt Tirkiyeyê dişopînin."
Çîçek ji bo 94emîn salvegera damezrandina AAyê axivî û wiha pê de çû:"Di nav saziyên me yên dewletê de hin saziyên ku evqas kevn e tunene, ew nû ne û hêj teze ne. Em dikarin bibêjin ku Anadolu Agency deriyê me yê ku vedibe der ve ye."
AA di qada nûçevaniyê de her ku diçe pêş ve diçe, Çîçek jî bal kişand ser vê yekê û got: "Ji bo me gelekan çavkanî ew tişt in ku em di têlevizyonan de temaşe dikin, di rojnameyan de dixwînin û niha jî li ser malperên civakî dişopînin. Xwegihandina agahiyan gelek hêsan bûye lê mixabin agahiyên rast û çewt gelek tevlihev dibin, ji wan welatên ku ev yek pêk tê yek jî Tirkiye ye. Her kes heman mijarê li gor xwe şîrove dike û diweşîne. Ji ber vê jî welatî nizanin ku kîjan rast e û kîjan agahî çewt e. Ji ber vê rewşê ye ku nûçeyên AAyê di vê qadê de pir girîng in."