TBMM
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek axaftina Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Haşîm Kiliç nirxand û wiha got: "Şêwe ne li gorî meqama darazê bû. Tu kes ji bo ku sîle bixwe, bê xaşikandin û gotin werin li rûyê wî neçû wir. Pêwîst bû ku dadmendan bi şêwezareke gelekî nazik ve biaxiviyana. Mixabin me ev nedît."
Çîçek bersiva pirsên rojnamegeran ên der barê daxuyaniya îro ya Kiliç de da.
Çîçek got salvegera damezirînê hem ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn û hem jî ji bo milet bila bixêr be û bi bîr xist ku dadgeh xwediyê 52 sal rabirdûyê ye.
Çîçek diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi Destûra Bingehîn a sala 1961ê ve ketiye nava jiyana hiqûqî û siyasî û di gelek mijaran de xwedî erk e û heta niha gelek caran jî biryarên dadgehê bûne mijara nîqaşan û wiha pê de çû:
"Em bi hizra pîrozbahiyê ve çûn wir. Li Tirkiyê ji berê ve hin roj bûne roja meraqek û fikareke mezin. Berê, piştî wan bûyerên dilsoj ên ku di 1ê Gulanê de qewimîn -zêdetirê 30 welatiyên me li wir mirin, di nava vê rûdanê de çi û kê hebûn, em hê jî nîqaş dikin- her wext ka gelo di 1ê Gulanê de dê çi bibe, bûyerên çawa dê rû bidin, 1ê Gulanê bibû sedema endîşe û fikaran. Îro hê jî ev endîşe û fikar didomin an na, em ê di 1ê Gulanê de bibînin. Înşellah dê sikûnetê hakim bibe. Em hêvî dikin wekî cejna kedê dê pirozbahiyên aştixwaz derkevin pêş û endîşe û fikarên bi vî rengî jî dê di rojên berê de bimînin."
Çîçek wiha got: "Rojên me yên din ên ku bi xwe re zêde zêde endîşe û fikaran tînin jî hene. Di serî de vekirinên sala dadê û roja damezirîna dadgehên bilind tên. Van rojan rengekî wisa girt ku êdî her carê kulm li rûyê siyasetê didin, eyar didin siyaset û siyasetmedaran û peyamên siyasî yên bêeyar didin. Êdî li wir tenê siyaset tê sûcdarkirin û tu dibê qey li Tirkiyeyê her tişt rast e, lê tenê siyaset xwar e. Îro min axaftineke bi vî rengî guhdarî kir. Jê vêya jî ez xemgîn bûn. Di serî de şêwe ne li gorî meqama darazê bû. Tu kes ji bo ku sîle bixwe, bê xaşikandin û gotin werin li rûyê wî neçû wir. Hiqûq nezaket e. Pêwîst bû ku dadmendan bi şêwezareke gelekî nazik ve biaxiviyana. Mixabin me ev nedît. Siyaset nezaket e û hiqûq jî zerafet e. Di ser de ew kes ku mêvanên te bin. Îfadeyên mîna 'guhertina qalikê' îfadeyên siyasî ne. Di roja damezirîna dadgeha bilind de heke ku qeneeta we be jî hûn nikarin îfadeyên bi vî rengî serf bikin."