12 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî êrîşa terorê ya ku li Beşîktaşa Stenbolê qewimî, şermezar kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Barzanî da wiha hat gotin, "Li Stenbolê du êrîşên terorê qewimîn û di encamê da gelek polês û welatiyên sivîl can dan, gelek jê jî birîndar bûn."
Di daxuyaniya ku tê da êrîşa terorê ya li Beşîktaşê hat şermezarkirin da wiha hat gotin, "Em sersaxiyê didin malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan û êşa wan ya me ye. Herwisa daxwaza me ew e ku birîndar di kurtedemekê da sax bin û rabin ser xwe."
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku li dinyayê armanca terorîstan, xerakirina îstiqrar û refaha xelkê ye û wiha hat domandin, "Lêbelê em baş dizanin ku hemû çalakiyên terorîst yên dûrî mirovahiyê dê têk biçin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der heqê êrîşê da wiha got:
"Em bi şêweyeke tund êrîşa terorê ya ku li Beşîktaşa Stenbolê qewimî, şermezar dikin. Di encama êrîşa terorê da bi dehan polês û sivîlan can da û gelek kes jî birîndar bûn. Em ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan, hikûmet û gelê Tirkiyê ra sersaxiyê, ji birîndaran ra jî şifayê dixwazin."