Polîtîka

Ji Unal bo ankêta hilbijartinê daxuyanî

Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal der barê ankêta hilbijartinê ya herî dawîn hat kirin da daxuyanî da û got: "Li gorî anketa herî dawîn rayên Serokomarê me ji sedî 55,6 xuya dikir."

Önder Beyter  | 19.04.2018 - Rojanekırın : 20.04.2018
Ji Unal bo ankêta hilbijartinê daxuyanî

Ankara

ANKARA

Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal der barê ankêta hilbijartinê ya herî dawîn hat kirin da daxuyanî da û diyar kir ku rayên Serokomar ji sedî 55,6 xuya dikin.

Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal axaftina xwe wiha domand: "Heger niyeteke me hebûya ku em di nava meha hezîranê da hilbijartina pêşwext bikin, wê demê me yê jî plana kongreyên xwe li gorî wê bikira. Kongereya me ya Baskê Ciwanan û Baskê Jinan nehatiye kirin. Em ê di 28ê nîsanê da kongreya xwe ya Îzmirê, di 6ê gulanê da jî ya Stenbolê li dar bixin. Biryareke ku der heqê kongreyên me da hatibe wergirtin, hê tuneye.

Em timî li pey avakirina demokrasiyê ne. Ji ber vê qasê jî li gorî me divê hemû namzed û partiyên ku şertên qanûnî bi cih anîne, bikaribin di 24ê hezîranê da derkevin pêşiya dengdêran. Ango di vê pêvajoyê da divê tu kes ranebe û amadenebûna xwe nexe stukura me.

Li gorî anketa herî dawîn dengê Serokomarê me ji sedî 55,6 xuya dikir.

Teqrîben wê di 15ê gulanê da kampanyayê dest pê bike. Bi beşdariya birêz Serokwezîr û Serokomar va mitîngên me yên mezin wê werin lidarxistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın