Parlamenteriya Baydemîr û Irmakê yên HDPyî hat xistin
Parlamenteriya Parlamenterê Riyayê yê HDPyê Baydemîr û ya Parlamentera Hekariyê ya HDPyê Irmakê hat xistin.
TBMM
TBMM
Parlamenteriya Parlamenterê Riyayê yê HDPyê Osman Baydemîr û ya Parlamentera Hekariyê ya HDPyê Selma Irmakê hat xistin.
Li Lijneya Giştî ya TBMMyê tezkereyên Serokwezîriyê yên der heqê cezayên diyarbûyî yên Baydemîr û Irmakê da hatin xwendin.
Piştî ku tezkere li TBMMyê hatin xwedin, Baydemîr û Irmak li gorî destûrê ji parlamenteriyê bûn.
Daîreya Cezayê ya 3yemîn a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Gazîentabê, 10 sal cezayê hebsê yê Parlamentera Hekariyê ya HDPyê Selma Irmakê ya ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" û "propagandaya rêxistina terorê", salek û 5 meh û 15 roj cezayê hebsê yê Parlamenterê Riyayê yê HDPyê Osman Baydemîr yê ji ber sûcê "heqaretî polês kir", pesend kiribûn.