Mustafa Hatipoğlu
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Bernameya Vekirinê ya Rûniştina Wezîran a 39emîn a Komîteya Daîmî ya Tevkariya Aborî û Bazirganî ya Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê (ÎSEDAK) da axivî.
Serokomar Erdogan li ser sivîlên ku li Xeta Xezeyê di êrîşên Îsraîlê da tên kuştin sekinî û wiha got, "Ji her 3 kesên ku li Xezeyê tên şehîdkirin 2 kes zarok, dergûş û jin in. Jimara Xezeyiyên ku tu xeber ji wan tuneye ji 6 hezar û 500î derbas bû."
Erdogan bal kişand ser bêdengiya li hemberî kuştinên li Xezeyê û wiha axivî, "Yên ku dixwazin kuştina evqas bêgunehî kerreker paşguh bikin û hetta bi hinceta Hemasê meşrû nîşan bidin, êdî tu gotineke wan nemaye ku ji mirovahiyê ra bêjin. Ji aliyekê va di dengdayîna li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin da 121 welatên ku dibêjin bira 'Şer bisekine, zêdetir xwîn nerije' hene, ji aliyekê va 4-5 welatên ku piştgiriyê didin êrîşên Îsraîlê hene."
Erdogan got ku Xeze axeke Filistînê ye û wiha dewam kir, "Xeze ya Filistîniyan e, wê heta hetayê jî wisa bimîne. Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya armanca avabûna wê, parastina doza Filistînê ye, zemîneke girîng dide me ku têkoşîn wek yekdeng û yekwucûd were kirin. Li herêma me aştî, bi avabûna Dewleta Filistînê va pêkan e. Ji bo pêkanîna aştiyê, garantorî jî di nav da em amade ne ku bikevin binê her cure mesûliyetê."
Serokomar Erdogan bal kişand ser çekên nukleerê yên Îsraîlê û wiha xeberda, "Em ê destûrê nedin ku mijara çekên nukleerê ya Îsraîl hebûna wan qebûl dike, were jibîrkirin. Bombeya atomê ya Îsraîlê heye? Heye, lê heke tu bipirsî dibêjin tuneye."