Ekip
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
ANTALYA
Li Antalyayê ji ber barana gur û bagerê li Kaş, Fînîke, Demre û Kumlucayê gelek zevî, sera û xaniyên nêzî behrê xisar dîtin. Herwiha ji ber darên ku qelibîn 25 kes bi sivikî birîndar bûn.
Li Antalyayê duh êvarê ji ber barana gurr, ba û bagerê xisar çêbû. Bi taybetî navçeya Kaş, Fînîke, Demre û Kumlucayê di bin bandorê de man.
Li hin ciyên herêmê zîpik barî, her hebên zîpikê qasî gûzan bûn û ji ber vê yekê di sera û hin zeviyan de zeiyat çêbû.

Hin banên xaniyan yên li nêzî peravê behrê firîn, gelek wesayit qelibîn, guliyên daran û perçeyên ji banên xaniyan firiyan û pekiyan derûdorê.
Ji ber bara û bagerê dîwarê hin baxçeyan rûxiyan.
- Serokomar Erdogan der barê bobelatê da agahî xwest
Waliyê Antalyayê Munîr Karaloglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Fînîkeyê 5, li Kaşê 2, li Demreyê 18 bi tevahî 25 welatî ji ber qelibîna dar û deviyan birîndar bûn.

Karaloglu diyar kir ku muşahedeya 2 kesan jî li nexweşxaneyê didome.
Di berdewamiya xeberdana xwe da Karaloglu destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jê ra têlefon kir agahî xwest û got ku derbasî be.
Karaloglu got: "Zirareke cidî gihîşt sera, zevî û xaniyan. Di xetên ceyranê da pirsgirêk hene, 2 jê wek trafo bi tevahî 75 stunên ceyranê qelibîne. Niha ekîbên AFAD û UMKEyê li herêmê dixebitin."