16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 17 Nîsan 2017
ANKARA
Di dengdayîna gel a guhertina destûrê da ji saet 20.50an pê va li seranserê Tirkiyeyê ji sindoqan ji sedî 51,21 "erê", ji sedî 48,79 "na" derket.
Di dengdayîna gel da piştî ku qonaxa jimartina dengan dest pê kir, li hudirê welat ji sedî 99,97ê sindoqan vebûn.
Li gorî vê ji sindoqan 24 milyon û 326 hezar û 251 dengê "erê", 23 milyon û 173 hezar û 124 dengê "na" derketin. Ji dengên emilandî jê 849 hezar û 447 jî ne derbasdar hatin hesibandin.
Dîsa li hundirê welat di dengdayînê da ji sedî 87,28 beşdarî pêk hat.
Di encamên dervayê welat da jî ji sedî 64,36 sindoq hatin vekirin. Li gorî vê 376 hezar û 493 dengê "erê" ku dike ji sedî 59,02, herwiha 261 hezar û 432 dengê "na" ku dike ji sedî 40,98 derket.
- Parêzgehên ku dengê "erê" û "na" herî zêde lê derketin
Di referandûma guhertina destûrê da ji saet 20.50î pê va herî zêde dengê "erê" ji Bayburtê, herî zêde dengê "na" jî ji Tunceliyê derket.
- 10 parêzgehên ku dengê erê lê herî zêde ne:
1- Bayburt (81,67)
2- Rîze (75,56)
3- Gumuşhane (75,16)
4- Erzurum (74,50)
5- Kahramanmaraş (73,95)
6- Çankiri (73,46)
7- Bîngol (72,67)
8- Konya (72,88)
9- Elazig (71,82)
10- Sêwas (71,30)
- 10 parêzgehên ku dengê na lê herî zêde ne:
1- Tuncelî (80,35)
2- Şirnex (71,50)
3- Kirklarelî (71,33)
4- Edîrne (70,35)
5- Mugla (69,19)
6- Îzmir (68,78)
7- Hekarî (67,62)
8- Diyarbekir (67,58)
9- Îdir (65,14)
10- Batman (63,50)