Nihat Kavşut
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Prof. Dr. Fuat Sezgînê Lêkolînerê Dîroka Zanista Îslamê ku li dinyayê dîrokzanekî navdar e di 94 saliya xwe da wefat kir.
Mecît Çetînkayayê Serokê Lijneya Mutewellî û Lijneya Rêvebiriya Weqfa Lêkolînên Dîroka Zanista Îslamê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Prof. Dr. Sezgînê Lêkolînerê Dîroka Zanista Îslamê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin wefat kir.
Çetînkaya diyar kir ku sibê piştî nimêja nîvro li Mizgefta Silêmaniyeyê wê ji bona Sezgîn merasima cinaze bê kirin.
- Fuat Sezgîn
Fuat Sezgîn li Bedlîsê di 24ê Cotmeha 1924an da hat dinyayê. Fuat Sezgîn li Erziromê dibistana navîn û lîseyê diqedîne û di 1943yan da tê Stenbolê.
Sezgîn li Enstîtuya Lêkolînên Şerqiyatê ya Zanîngeha Stenbolê dibe xwendekarê Helmut Ritterê şerqiyatzanê Alman û li ser pêşniyaza wî li ser zanistên Îslamê dixebite.
Piştî ku Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di 1951an da diqedîne li ser Edebiyat û Zimanê Ereban doktora dike.
Sezgîn teza xwe ya "Çavkaniyên Buxarî" temam dike û di 1954an da dibe doçent û teza wî ya pêşkêşê bi navê "Lêkolînên Ji Bo Çavkaniyên Buxarî" di 1956an da tê weşandin.
Fuat Sezgîn li Tirkiyeyê piştî derbeya eskerî ya di 1960an da ji ber ku hikûmeta bi destê derbekaran tê avakirin tevî 147 akademisyenên ji zanîngehê tê avêtin diçe Zanîngeha Frankfurtê.
Di sala 1965an da li ser Cabîr îbn Hayyan teza xwe ya doktorayê ya duyemîn dinivîsîne û li Zanîngeha Frankfurt pêşkêşî Institut fur Geschichte der Naturwissenschaftenê dike û salek bi şun da dibe profesor. Sezgîn di heman salê da bi Ursula Sezgîna şrqiyetzan ra dizewice.
Sezgîn di sala 1967an da cilda ewil ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê temam dike. Sezgîn li ser temamkirina cilda 18an ya Dîroka Zanista Ereb-Îslamê dixebitî.
Sezgîn tevî Suryanîkî, Îbranîkî, Latinî, Erebî û Almanî bi 27 zimanî dizanibû.