Elif Orhan
10 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku karên hikûmetê baştir bên verastkirin, kêmasiyên di nav saziyên dewletê de ji holê bên rakirin û lêçûn bên kêmkirin hin biryar girtin.
Ji ofîsa Barzanî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku "Serokatiya Herêma Kurdistanê xwe sipart rayeya ku destûra bingehîn da û ji bo ku karên hikûmetê baştir bên verastkirin, kêmasiyên di nav saziyên dewletê de ji holê bên rakirin û boçûn bên kêmkirin hin biryar girtin."
Di daxuyaniyê de der barê biryaran de ev hatin gotin:
"Rewşa ku hikûmet di nav de ye dan ber çavan û biryar hat dayîn ku li gor hewcedariyê verastkirina îdarî bê kirin, li ser pergala malî ya hikûmetê bisekinin, di serî de Wezareta Aboriyê revîzekirina maliyeya hemû wezaretan, kêmkirina boçûnên avahiyên ku ji bo daîreyên hikûmetê hatine kirêkirin û dîsa bên kontrolkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji şirketên ku li HKIyê bi qanûnî dixebitin û serkeftî ne bi mekanîzmayeke guncav daxwaza arîkariyê bê kirin û pêşniyaza "Ji bo ku qeyrana aboriyê ya ku herêm di nav de ye bê çareserkirin û di vê qeyranê de arîkariya hikûmetê bikin dibe ku qismeke para karê xwe pêşkêşî xezîneya hikûmetê bikin."
Hat diyarkirin ku her wiha der barê şirketên ku li herêma Kurdistanê bi rêyên dereqanûnî dewlemend bûne û tevî gendeliyan bûne de miameleyên hewcedar bên kirin û di çarçoveya mekanîzmayeke adil de dahatên van şirketan dê ji xezîneya hikûmeta me re bişînin.
Ji bo tetbîqkirina biryarên reformên ku Serokatiya HKIyê derxistin û teqîba wan dê komîsyonek bê avakirin, encama ku dê derkeve wek raporek pêşkêşî Mesûd Barzaniyê Serokê HKIYê bikin.