EKÎP
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li Tehranê hatin bal hev.
Li gor nûçeya ÎRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê "2yemîn Civîna Serokan a Sêalî" li Tehranê çêbû. Serokên Rûsya, Azerbeycan û Îranê danezaneke hevpar îmze kirin.
Xwediyê civînê Ruhanî got biryarên hevpar ên ku li Bakuyê hatin dayîn di vê danezana Tehranê de hatine pesendkirin û bilezkirin.
Ruhanî got Îran, Rûsya û Azerbeycan ji hêla neft û xazê va sê welatên dewlemend in û wiha axivî: "Armanca me ya hevpar ew e ku aboriya welatê me betir pêşva here."
Ruhanî destnîşan kir ku di civînê de ji bilî mijarên herêmî behsa hevkariya vejen, ragihandin û înşaatê jî hatiye kirin.
Der barê lêkolîna neft û veberhênanên vejenê de Ruhanî got hevdîtinên di navbera Îran, Rûsya û Azerbeycanê dewam dikin.
- "Di hevdîtinan de rojeva me pîranî li ser mijarên aboriyê bû"
Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn jî daxuyaniyek da û got ku di civînê de mijarên ewlehiya herêmî û têkoşîna dijî terorê hat axaftin û wiha dewam kir: "Di hevdîtinan de rojeva me pîranî li ser mijarên aboriyê bû."
Putîn got ku Rûsya, Îran û Azerbeycan di warê hîdrokarbonê de welatên dewlemend in û wiha axivî: "Em ji bona reqabetê li vê derê nînin. Em ji bona ku di van mijaran de bi hev ra hevkariyê bikin dixebitin."
Îlham Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê jî got ku ev hevkariya kar ya di navbera wan, Rûsya û Îranê ji bilî aboriyê ji bona ewlehî û îstiqrara herêmê jî girîng e.
Piştî civînê Putîn, Aliyev û Ruhanî danezana hevpar îmze kirin.