26 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
HATAY
Li Hatayê minîbêsek totî kendal bû, di qezayê da 8 kes mirin û 18 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, minîbêsa bi pîlaqeya 31 HG 583 ya ku ajokarê wê nayê zanîn li tanga Şênkoya li ser rêbeja Antakya-Yayladaxê ye ji destê ajokar derket û totî kendêl bû.
Li ser îxbarê ekîbên lêgerîn û xilaskirin, tenduristiyê û agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin, ekîbên cendirmeyên herêmê jî tevdîrên ewlehiyê girtin.
Di qezayê da 8 kesên ku di nav wan da zarok jî hene mirin, 18 kesên ku birîndar ketin jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyan.
Şaredarê Yayladaxê Mehmet Kalkan hat dewsa bûyerê û ji rayedaran agahî sitand.
Kalkan paşê daxuyanî da nûçegihanan û got qezaya ku qewimî êşeke mezin e.
Kalkan diyar kir ku di minîbêsê da kesên ku ji Sûriyeyê bi rêyên dereqanûnî hatine vê derê hebûne û wiha got:
"Li gor agahiyên ku me sitandin, di wesayîtê da welatiyên Sûriyeyê yên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûne hebûne, çaxa ku ji Şemkoyê berjêr peya dibe lastîka wê diteqe û totî nêwêl dibe. 8 welatiyên Sûriyeyê mirin, 18 kes birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyên li dorberê. Êşeke giran e, rihma Xwedê li wan be. Dibê tu kes qaçaxan nebe û neyne û di rewşên wiha da haya hêzên ewlekarî û cendirmeyan pêxin, lê belê wisa nakin û encam jî niha li pêşiya me ye."