28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
ARDAHAN
Li Erdexanê germahiya hewayê di bin sifirê da dakete 21 pileyan. Ji ber sermayê rûyê gola Aktaşê qeşa girt. Komeke ku ji ciwanan pêk tê li ser golê erebe ajot.
Li herêmê ji ber berfê û sermayê bişev hewa di bin sifirê da dakete 21 pileyan.
Li Çildira navçeya Erdexanê ji ber sermayê gola Aktaşê qeşa girt. Qalindahiya qeşaya golê qasî 10 santêman bû.
Hin ciwanên ku xwestin kêf bikin wesayîtên xwe li ser golê ajotin.
Emrah Morkoçê ku li ser golê wesayîta xwe ajot wiha got: "Pir xweş e. Golê bi temamî qeşa girtiye. Me jî li ser wesayîta xwe ajot û em kêfxweş bûn."
Piştî demekê ciwan ji wesayîtên xwe peyabûn û li ser golê meşiyan.