Türkan Tosun
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Li Loristana eyaleta Îranê ji ber barana gur bendava Dezê zêde tije bû, rayedaran qapaxên bendavê vekirin ku ava zêde jê here lê ava çeman ji ser ra avêt 300 mal di bin avê da man.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Serokê Maseya Qeyranê ya Lorîstanê Xulamriza Axamirzayî daxuyand li 11 navçeyan lehî çêbû, 300 mal di bin avê da man.
Axamirzayî got divê ji malbatên ku malên wan di bin avê da mane ra cihekî ku lê bimînin pê peydakirin û anî ziman xebatên ji bo zirara çêbûye tê tespîtkirin dewam dike.
- Li Huzistanê 35 gund hatin valakirin
Midûrê Hîva Sor a Huzîstanê Elî Xudadadî jî daxuyand li navçeya Şuşê 11 gund, li navçeya Şuşterê 6 gund, li Deştî Azadiganê 12 gund, li navçeya Dezfulê 6 gund û bajaroka Refiyê hatine valakirin.
Li roja duşemê ji ber barana gur bendavên Dez û Kerheyê pir tije bûbûn.
Ji bo ku ava zêde ji bendavê bê texliyekirin qapaxên bendavan hatibûn vekirin, li navçeyên Şuş, Dezful, Deştî Azadîgan û Şuştera li ser eyaleta Loristanê lehî çêbûbû.