Elif Orhan
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Geverê ji bo ku rêyên taxên ji ber berfê hatine girtin vekin şev û roj xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.
Ekîb bi taybetî li herêm û rêyên taxên ku lê welatî zêde ne xebatên paqijkirina berfê dikin.
Amirê Sewq û Temîrata Wesayîtan ê Şaredariya Geverê Ahmet Tozun diyar kir ku ji ber berfa ku dibare gelek kuçe û kolan hatin girtin û got ku ekîb li kuçe û kolanên navborî heta ku rê bên vekirin dê xebatên xwe bidomînin.