18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ÇANAKKALE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima salvegera 102yemîn a Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê û Roja Bibîranîna Şehîdan da axivî û got: "Komara Tirkiye dewleta me ya pêşîn nîne lê ya dawîn e. Ji ber vê çendê Osmanî jî ya me ye, Selçûqî jî ya me ye, di dîroka me ya bi hezaran salî da hemû dewlet yê me ne."
Serokomar Erdogan ji nûnerên hêzên çekdar ên Tirkiyeyê ra spas kir û wiha pê da çû: "Li hizûra we ji Çanakkaleyê sipasiya nûnerên hêzên çekdar, leşker, polês û gundparêzên me dikim. Ew vê gavê yên çal û xendekan kolan li çiyayên Cûdî, Tendûrek û Newalên Bestê di çalan da vedişêrin."
Der barê helwesta Hollandayê ya skandal da jî Serokomar rexneyên xwe parve kir û got: "Me nikaribû em têkevin avahiya konsolosxaneya xwe. Di hiqûqa navneteweyî da ciyê vê tune. Hûn nikarin derî li pêşiya wezîra me bigrin, di hiqûqa navneteweyî da ciyê vê tune. Heke hûn wiha dewam dikin hûnê li hemberî vê bersiva xwe ji Tirkiyeyê bistînin. Referanduma Tirkiyeyê ji we ra çi? Wisa nîne. Ew dizanin meneya wê guherînê çi ye. Ji vir 100 sal berê digotin 'merivê nexweş' û dihatin serxweşiya tirkan lê hê ji bîr nekirine ku li Çeneqeleyê çi hate serê wan. Ew zehf rind dizanin ku sîstema Serokomariyê ew ê di aborî, siyasî, dîplomasiyê da pêşiya sefiraziyên Çeneqeleyê yên teze veke.
Hollanda radibe îzna balafirgeha Wezîrê min yê Karên Derva betal dike. Nahêla wezîra min ya jin bikeve Hollandayê. Hespên xwe, kuçikên xwe berdidin welatiyên min. Şansolyeya Almanyayê dibêje ez jî li aliyê wan im. Xwelî li we be. Tu ferqa van û yên din tuneye. Hûn çi dikin bikin lê hûn nikarin vî gelî ji rêya wan bizivirînin. Miletê min 16ê nîsanê wê înşellah bersiva herî baş li ser sindoqan bi awayekî demokratîk bide wan."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku kesên hewla derbeyê ya FETOyê kirin û piştgirên wan wê hesab bidin û wiha dewam kir: "Hemû niha li dadgehan hesab didin. Ew tiştên dema ku hatin qefaltin digotin niha hemûyan înkar dikin. Heta ji destê wan tê bila înkar bikin, şehadeta 249 welatiyên me û birîndarbûna 2 hezar û 193 welatiyên me li meydanê ye. Li meydanê welatek heye xwestin dagir bikin. Li meydanê miletekî ku hat xwestin serxwebûn û îstiqbala wê hat tehdîdkirin heye. Berpirsê wê xwîna ku ew şev hat rijandin kî ye? Kesê wê şevê gule berî hevalê xwe da kî ye? Kesên êrîşî welatiyên me kir, bi tank û topan bi ser welatiyan da girt, Qesra Serokomariyê û Meclisa me da ber bombeyan kî ye? Hemû jî li ser sûc hatin qefaltin. Bila miletê me musterîh be ew kujer û piştgirên wan kujeran cezayê ku heq dikin wê hildin."