İbrahim Atmaca
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
ANKARA
Veysel Donbazê Sumerolog digel zimanên kevnare yên sereke yên wek Asûrî û Babîlkiya zaravayên Hîtîtkî û Akadkî, zimanên zindî yên wek Îngilizî û Almanî baş dizane. Donbaz diyar kir ku gelek zimanên mirî yên ku heta niha hatine tesbîtkirin hene û wiha dewam kir, "Ji bo ku meriv ji zimanekî ra bêje zimanê mirî divê di destê me da çavkaniyeke nivîskî hebe."
Sumerolog Donbazê 78 salî di Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê da şeftiya Arşîva Tabletê kiriye, lê piştî ku teqawid bûye jî ji ber eşqa wî ya li ser lewheyên gîlê yên ku nivîsa mixî ser hatiye nivîsandin û zimanên kevnare, di vê qadê da xebatên xwe domandine.
Donbaz ji nûçegihanê AAyê ra qala zimanên ku êdî li ser rûyê dinyayê nayên axaftin kir û destnîşan kir ku ji aliyê ronîkirina dîrokê va ev ziman çiqasî girîng in.
Donbaz li Bekîlliya navçeya Denizliyê hatiye dinyayê, piştî ku dibistana seretayî û navîn kuta kiriye, di sala 1958an da qeyda xwe wek xwendekarê biburs di Beşa Sumerolojiyê ya Fakulteya Ziman Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê çêkiriye û xwendekarê beşê tenê ew bûye û di sala 1962yan da mezûn bûye û paşê li Muzeyên Arkeolojiyê yên Stenbolê hatiye tayînkirin.
Donbaz diyar kir ku ew ne "Asurolog" e, "Asiriyolog" e û wiha axivî "di nav Asiriyologê da him Sumerkî him jî Akadkî heye. Asûr zaravayekî Akadkî ye." Donbaz diyar kir ku li Tirkiyeyê jî jê ra "Sumerolog" tê gotin û ew guncan e.
Donbaz diyar kir, zaravayên herî girîng ê zimanê Akadkî ku ji malbata zimanê Samî ye, Asûrkî û Babîlkî ne û wiha dewam kir, "Akad dewletek e. Sumerî ji salên BZ 3500 pê va nivîsa mixî bi xwe ra anîne an jî tê gotin ku li wê derê îcad kirine. Di BZ 2800î da êdî bi vê nivîsê va her cure metnên edebî hatine nivîsandin. Di nav hezar salî da pêşketin çêbûye."
Sargonê Akadî dewletên bajêr gîhandin hevdu û di sedsala BZ 24em da Împaratoriya Akadê ava kir û Sumerkî nehat jibîrkirin, metnên edebî wergerandin Akadkî û wiha dewam kir, "Heta hin wesîqe bi du zimanî ne. Di Muzeya Arkeolojiyê ya Stenbolê da 75 hezar lewhe hene. Em herdu zimanan di van lewheyan da dibînin."
Donbaz diyar kir, ji bo ku meriv ji Sumerkî û Akadkî tam fêm bike, divê meriv herduyan hîn bibe û wiha dewam kir, "Heke ku hûn yekî hîn bibin, yekî hîn nebin, hûn nikarin tu tiştî bikin. Hûn ê meneya têgehên her kîteyî bizanibin"
Sumerolog Donbaz got, "Zimanê mirî ew e ku êdî mirov bi wî zimanî naaxivin, tenê wergera metnên wan tên kirin."
Donbaz diyar kir, di Hîtîtkî da peyvên Palakî, Hurrîkî, Sumerkî, Akadkî hene û xebatên wî piranî li ser Akadkî ne.
Donbaz diyar kir ku Asûrkî û Babîlkî jî di nav Akadkî da du diyalekt in.
Donbaz got, "Min ji 60 hezar lewheyan envantera 30 hezarî çêkir, ez li ser 10 hezarî zêdetir lewheyan jî xebitîme. Min ji 2 hezar û 500î zêdetir lewhe jî weşandine. Piraniya van lewheyan li British Museumê ne, qismekî wan jî li Tirkiyeyê ne."
Donbaz li ser edebiyata Sumeran jî got ku "Edebiyateke mezin ya Sumeran heye. Bi hezaran tişt nivîsîne. Heta Sargon yek û yek ev wergerandine, nehiştiye ku winda bibin."
Donbaz diyar kir ku li dinyayê bi tevahî hezar û 500 Sumerolog hene û wiha dewam kir, "Li Tirkiyeyê qasî 10-15 Sumerologan hene."
Donbaz diyar kir niha pir kêm kes zimanên mirî dizanin û ji bo ku ew van zimanan fêr bike xebat da destpêkirin.
- Veysel Donbaz kî ye?
Donbaz di 12ê berfanbara 1939an da li Denizliyê hatiye dinyayê, di sala 1962yan da ji Beşa Sumerolojiyê ya Fakulteya Ziman Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye.
Li Muzeyên Arkeolojiyê ya Stenbolê dest bi pîşeyê xwe kiriye û demekê jî mamostetiya Îngilizî kiriye. Nivîs û karîkaturên wî di gelek kovaran da hatine weşandin.
Heta niha ji 130î zêdetir gotarên wî hatine weşandin û ji 15an zêdetir jî pirtûkên wî hene, bi navê "Hezar Qral Hezar Bîranîn, Bîranînê Sumerologekî" pirtûka wî heye û tê da qala pîşeyê xwe dike.