Elif Orhan
23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Yaşar Nurî Ozturkê Parlementerê CHPyê yê Berê wefat kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bidestxistin Ozturkê ku ev demek bû ji ber nexweşiya xwe li Nexweşxaneya Zanîngeha Yedîtepeyê dihat dermankirin îro digel hemû midaxaleyan mir.
Cenazeya Ozturk dê 24ê hezîranê roja înê piştî nimêja cenazeyê ya ku dê li Mizgefta Şakîrîn a li Uskudarê bê kirin li Goristana Kanlicayê bê veşartin.
Yaşar Nurî Ozturk di sala 2011an de ji ber pençeşêra mîdeyê demek dirêj li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.
- Yaşar Nurî Ozturk kî ye?
Yaşar Nurî Ozturk di 5ê sibata 1951an de li Kuçukdereya gundê Surmeneya navçeya Trabzonê hat dinê û perwerdeya xwe ya ewil û Qur'ana pîroz ji bavê xwe sitand.
Ozturk di 9 saliya xwe de bû hafiz û piştî perwerdeya medreseyê ya bi qasî 10 salan tehsîla xwe ya hiqûq û ilahiyatê temam kir.
Yaşar Nurî Ozturk piştî ku 12 salan melatî û waîzî kir di sala 1980yan de perwerdeya xwe ya akademîk berdewam kir.
Ozturk li Rojhilata Navîn, Balqan, welatên Ewropa û Afrîkayê, Koreya Başûr û Japonyayê di beşa xwe de lêkolînên akademîk kir û her wiha demekî li Fransayê di Zanîngeha Grenobleyê de xebitî.
Bi tirkî, erebî, farisî, îngîlîzî û fransizî xebatên cur bi cur ên Ozturk hene û Ozturk di sala 1978 û 1982yan de xelata "Weqfa Çandê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê" qezenc kir.
Ozturk li Tirkiyeyê serkêşê Tevgera Vegerîna Qur'ana pîroz e û di lîsteya "Kesên Herî Girîng ên Sedsala 20emîn" a ku kovara Timeyê kir de ji nav 100 kesên ku ji aliyê raya giştî ve hat diyarkirin de ketibû nava 10 kesî û di heman demê de jî 26 salan li zanîngehên Tirkiyeyê wek hîndekar û dekan xebitî.
Ozturk li Amerîkayê jî salekî wek profesorê mêvan dersên "Fikra Îslamê" da û di nav vê maweyê de di amadekirina beşa îslamê ya The World Scriptureyê de peywirdar bû.
Ozturk di sala 1993yan de wek dekanê damezrîner li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Stenbolê hat tayînkirin û piraniya wan der heqê îslamiyetê de nêzî 50yî pirtûkên Ozturk hene.
Ozturk meala tirkî ya Qur'ana Pîroz a ku wergera wê ya ewil ji aliyê Elmalili Hamdî Yazir ve hat kirin weşand. Werger di heman demê de di navbera 1993-2003yan de 126 çapên wê hat kirin û werger wekî "pirtûka dîroka Komara Tirkiyeyê ya ku herî zêde hatiye çapkirin" tê qebûlkirin.