15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Aktirîsta navdar a tirk Oya Aydogan (59) li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû wefat kir.
Nexweşxaneya Lîv Hospîtal ya ku Oya Aydogan lê tedawî dibû daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji ber nexweşiya "Dîseksiyona Aorta Asendan a Akut" di 7ê gulanê de hat nexweşxaneyê û îro serê sibê jî di saet 07.15an de wefat kir.
- Oya Aydogan
Aydogan di 10ê sibata 1957an de li Erzîncanê ji dayik bû. Aydogan dibistana navîn a keçan ya frensî St. Pulchherîe qedand û pişt re çû lîseya St. Mîchel.
Ji sala 1976an vir ve Aydoganê di gelek fîlmên tirkan de wek lîstikvan rol girt. Hîn fîlmên ku Aydoganê wek lîstikvan rol girt ev in; "Bigrî Dayika min Bigrî", "Dinyaya Evînê", "Min jibîr nekir", "Merhemet", "Firat", Bila Niha Ew Bifikirin".
Kurekî Aydoganê yê bi navê Gurur Aydogdu (1989) heye.