Turnûwaya Karateyê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat a ku ji aliyê Federasyona Kareteyê ya Tirkiyê ve li Mardînê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Ji 22 bajaran 114 werzîşvanên kur, 69 jî werzîşvanên keç beşdarî turnûwayê bûn. Ji Wanê Hande Akçakayayê di kategoriya 55 kîloya de, madalyaya zêrîn qezenc kir. Di beşa piçûkan de jî Tarik Akçakaya madalyaya bronz qezenc kir.
Werzîşvanên ku serkeftî bûn û Nûnerê Kareteyê yê Bajêr Nûrettîn Akçakaya bi hev re Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê Alan Sînîr li meqamê wî ziyaret kirin.
Sînîr dest nîşan kir ku organîzasyonên wiha ji bo potansîyela keç û xortên bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê gelek baş in û werzîşvanên ku madalya hildan pîroz kir.