Hüseyin Burak Demirer
19 Gulan 2024•Rojanekirin: 19 Gulan 2024
Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak ji ber 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Werzişê bi ciwan û werzişvanan ra çû ziyareta Anitkabîrê.
Wezîr Bak û heyeta wî bi ciwanên ku alayên Tirkiyeyê di destên wan da ne ra li ser Rêya Şêran meşiyan û hatin ser gora Ataturk.
Bak çelenga kulîlkan danî ser gora Ataturk, rêz li ber girt û piştî xwendina Sirûda Neteweyî li Quleya Mîsak-i Mîllî Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.
Bak li ser Deftera Taybet a Anitkabîrê wiha nivîsî:
“Ataturkê ezîz, bi wesîleya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Werzişê ya ku te diyariyê ciwanên Tirk kir em li hizûra te ya manewî ne. Di ser vêxistina meşaleya Têkoşîna Neteweyî ra 105 sal derbas bûn. Ew meşaleya ku pêvajoya dîrokê guhert îro bi heman kelecan, hêvî û baweriyê di ruhê ciwanan û miletê Tirk da dişewite. Ciwanên me bi hemû hêza xwe dixebitin ku vî welatê ku ji canê me bi qîmettir e bigihînin rojên ronîtir û geş. Em jî bi derfetên xurt yên ku her roj pêş dikevin va piştgiriya wan dikin. Di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê da em ê dîsa bi hezkirin û bênavber li her qadê rûmeta welatê xwe û alaya xwe bilind bikin. Em ê bi ciwanên xwe yên ku di warê perwerde, zanist, huner û werzîşê da li dinyayê şopa xwe dihêlin, pêşengiyê dikin û rê vedikin ra mil bidin hev û bi dilsozî û wefayê emaneta we xwedî dekevin. Wek duh, îro jî hêza herî mezin a Tirkiyeyê ciwan in, hêza herî mezin û çavkaniya îlhamê ya ciwanan jî bawerî û biryariya ji koka wan tê ye. Bi minasebeta 19ê Gulanê Roja Bîranîna Ataturk, Roja Ciwanî û Werzişê ez we û hemû lehengên me yên ku ji bo dahatûya milet û dahatûyê ji dil û can têkoşiyan e bi rêzdarî, rehmet û minetdariyê bi bîr tînim. Bila ruhê we şad be."
Wezîr Bak paşê bi ciwanan ra wêneyê bîranînê kişand.