21 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
HEWLÊR/KERKUK
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Hewlêr di serî de li Silêmanî, Duhok û Helebceyê Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Di nav du salên dawîn de ji ber têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorî pîrozbahiyên newrozê hinekî bêcoş dihatin kirin. Lê îsal li Herêmê newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin.
Wek her sal newroz li Hewlêrê îsal jî li parka Şanedarê hat pîrozkirin. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, nûner û serkonsolosên welatên biyanî yên li Hewlêrê, parlamenter û welatî beşdarî şahiya newrozê ya ku ji hêla Walîtiya Hewlêrê va hat lidarxistin bûn.
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî newroza gelê Hewlêrê pîroz kir, sersaxî da malbatên pêşmergeyên ku di têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorî de wefat kirine.
Hadî got ku hêviya wan ew e ku newroz bibe wesîleya serxwebûna Herêma Kurdistanê.
Welatî bi stranên hunermendan ve kêfxweş bûn, temaşeya fîşengên rengîn kirin. Hat gotin ku bi şev jî hezar û 600 balonên ku li ser navê pêşmergeyên di têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorî de hatine kuştin hatine nivîsandin wê berdin asîman.
Li bajarê Silêmaniyê jî li girê Mameyareyê agirê newrozê hat vêxistin, bi cil û bergên kurdî, goven û dîlanê ve newroz hat pîrozkirin.
Li Helebceyê û navçeya Kelarê jî newroz hat pîrozkirin.
- Akreya navçeya Duhokê
Li Akreya navçeya Duhokê ji ber meşaleyan, agirê newrozê û alaya dirêj a Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê zedetir bal kişand.
Li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên terorê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin, gelek rê jî ji hatin û çûyinê re hatin girtin.