VAN
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş got:"Em partiya hevpar a hemû gelan e. Hemû kesên di civakê de yên ku van rêgezên me yên der barê biratî û bi hev du re jiyanê dipejirînin, xwediyê vê partiyê ne."
Demirtaş ji bo beşdarî yekemîn kongreya asayî ya li Navenda Kongre û Fûarê ya Wan EXPOyê bibe hat herêmê. Li ser rêya Gevaşê partiyiyan Demirtaş pêşwazî kir.
Demirtaş di kongreyê de axivî got ku hemû civînên lijneya giştî, dibin wesîleya pêşveçûn û xurtbûna me û wiha dewam kir: "Em hêza xurt a pêşveçûn û guherîna Tirkiyeyê ne. Li Tirkiyeyê em bi saya keda xwe xurt didin û pêşve diçin. Vê cudahiya me, hemûyê Tirkiyeyê dibîne. Em ne tenê partiya sunî û elewiyan e, em partiya hevpar a hemû gelan e. Divê em li Wanê jî hêza xwe xurttir bikin. Divê em herin afûya xwe ji kesên ku me bi nezanî qelbê wan şikandiye, bixwazin. Ji bo vê çi hewce dike em ê bikin. Em ê herin ber derê wan, em ê herin karxaneyên wan û xwe bidin nasîn. Lewra bila baş bê zanîn ku em ji bo bidestxistina dewletê hewl nadin. Divê dema ku em bibin desthilatdar tu kes netirse. Lewra em ê wan jî bi xwe re bigihînin desthilatdariyê."
Demirtaş got ku herêma me yek ji herêma herî dewlemend e û hin hêz nikarin wê di nav xwe de par ve bikin û wiha pê de çû:
"Di nav xwe de sînoran xêz dikin û pêşkêşî hev du dikin. Me ji hev du re kirin dijmin û bi salan bûn sedema şer û pevçûnan. Wan jî di vê navberê de hemû dewlemendî û kanên herêmê, li hev du parve kir. Xwediyê hemû dewlemendiyan em in; lê yên ku di bin zilmê de ne, xizan in dîsa em in. Li vê derê bêkarî û xizanî heye. 'Dibêjin ji ber ku li vir PKK heye, şer heye herêm paş de maye.' Li gor daneyên 1927an û serdemên borî jî ev herêm paş de maye. Berî jidayikbûna Birêz Ocalan jî ev herêm xizan bû û niha jî xizan e. Xwestin ku ziman, çand, nasname, nan û axa me ji destê me bistînin. Lê ev rewş wiha dewam nake. Ji bo guhertinê divê em bibin yek. Divê gelên ku di bin zilmê de ne di nav xwe de bibin yek."